Şaredariya Hedemora wê ji, roja çarşemê 18ê Adarê, ve ji bo dibistana navîn û perwerdehiya mezinan dê perwerdehiya dûr ve peyda bike. Ev tê wê wateyê ku xwendekarên dibistana lîseyê ya Martin Koch, perwerdehiya mezinan tevî SFI û perwerdehiya zanîngehê ya profesyonel li şaredariya Hedemora dê sibê, roja çarşeme ve newin cihê xwndine li dibistanan sibihe çarşemê.
Agahiyên bi zimanên din:
Agahiyên bi zimanê ingilîzî: https://hedemora.se/sv/startsida/distance-education-for-gymnasie-och-vux__5146
Agahiyên bi zimanê swêdî ya sivik: https://hedemora.se/sv/startsida/lattlast-distans-utbildning-for-gymnasi__5147
Agahiyên bi zimanê e`rebî: https://hedemora.se/sv/startsida/---__5145
Ev gavek din e ji bo pêşîlêgirtin û sînorkirina belavbûna têgerînê ya li welêt, lê ev nayê wê wateyê ku xwendekar ji dibistanê dûrdikevin. Dê perwerdehî, di nav perwerde ya ji dûr ve berdewam bike. Her xwendekarek ji mamosteyê xwe an mamosteyê pola agahdarî yen berfireh de bistîne.
Şaredariya Hedemora pêşnîyarên ji Dezgiha Tenduristiya Gel dişopîne.
Xetereya têgerînê ya di civakê de êdî ew qas zêde ye ku rayedarên berpirsiyar nirxandina didin ku pîvandinên jêrîn dikarin bandorek bikin. Berpirsiyariya her kesî ye ku bila tevbigerin da ku xetera têgerînê rawestênin. Heke tenduristî ya we ne başbe, çi nişanên giran yan yên sivik li we werin xwîya kirin debe ku hun li male biminin.
Şaredariya Hedemora wê agahîyen ji nûve destpêkirina dibistanan bi awayekî normal rakihînê dema ku rewş careke dî aram bibe.
Heta niha tu biryar ji bo ragirtina dibistanên din û pêşdibistanan ne hatye standin. Şaredariya Hedemora biberdwamî tevdigere da ku agahî û rewşa nû ji nêzve bişopîne û biryaren pewist bistîne di rewşeke weha de.
Tevî rêz û silaf