Kontakt

Dela sidan på sociala medier

Corona û covid-19 çi ne?

Ew vîrus e. Vîrus dikare we nexweş bike. Nexweşî jêre tê gotin covid-19. Gelek mirov tenê sivik nexweş dikevin, lê yên din gelek nexweş dikevin û dimirin. Ew li Swêdê û li seranserê cîhanê tê dîtin.

Nexwsi cawa divegire?

Vîrus ji mirovkî di çe yekidin. Eu bi hêsani divegire dema ku kesek di pişike yan di kuxe. Keseki ku sivik ji nexwes be di kare vegere kese li derdora xwe.

Bi hêsani vîrus dikare xwe bi destên mirova ve bigrê. Piştre ji dema mirov destên xwe bidin rûyên xwe nexweş dikevin.

Nîşaneyên nexweşiyê çi ne?

Symptom'a nexweşiya covid 19, berî her tiştî; ta ye û kux e. Her wisa jî pirsgirêkên bihnçikandinê, serêş, êşa masil û movikê, symptom'ên normal in. Piraniya kesan bi sivikî nexweş dibin û li nav demekê ev nexweşî bi sexbêriya li malê jixweber diçe û derbas dibe. Hin kes gran nexweş dikevin wek nimûne bi pirsgirêkên bihnwergirtinê û îltîhaba pişikê. Heger yek ji van symptoman li nik te xuya bike, hingê divê tu bi kesekî din re nedî û nestînî.

Piraniya wan kesên ku bi nexweşiyeke xirab dikevin, kesên bi temen ên li ser 70 sala ne. Ev yek dibe bibe sedema mirina van kesan tevî ku kesek sivik nexweşbe ji dikare wan nexweş bike.

Gava nexweş bikevî li malê bimîne

Heger tu xwe nexweş hîs bikî û lîça te vekişe, bikuxî yan te ta girtibe, hingê neçe kar yan medresê. Hingê çi rîsk nîn e ku tu kesên din bi nexweşiya xwe bixî. Heger hindik be jî tu xwe nexweş hîs bikî, divê tu wisa bikî.

Piştî ku tu rehet bûyî, berî ku tu dîsa vegerî ser karê xwe yan jî vegerî medreseyê, herî kêm 48 saetan li malê bimîne.

Em bi hevre rê li ber  belavbûna viruse digrin.

Li seranserê dinyayê em neha gelek kar û xebatê dikin da ku pêşî li nexweşiyê bigirin. Konser tên betal kirin, mirov li male kardikin şûna ku werin cihe karê xwe û hin der hatine girtin ji.

Lê her tişt nehati ye girtin. Daîreya resmî, hin dikan, dermanxane, û nexweşxane, bo nimune we polîs vekirî biminin. Ji bo sînordarkirina belavbûna coronavirus em tenê hin cihan di civakê de digrin ew cihe ku em dibinin xetera wan ya belavkirina nexwesiye heye.

Weha hun dikarin xwe ji vegirtine biparezin:

  • Destê xwe nede çav, poz û devê xwe. Ev vegirtina nexweşiyê bi riya mukoza li nav çav, poz û devî belave dibe. Loma destê xwe nede çav, poz û devê xwe.

  • Destên xwe gelek cara bişo

Ew maddeyên ku vîrusê belave dike, dikare pir bi hêsanî bi destê mirovan ve bizeliqe. Gava tu bi destê yekî digirî, hingê ew madde ji destê te diçe li destekî din belave dibe. Loma destê xwe gelek caran bi ava germ herî kêm 20 saniye bişo.

  • Her dem gava tu têyî malê yan gava tu têyî ser karê xwe, diçî derve, berî xwarinê, gava destê xwe didî xwarinê û piştî serdana tûwaletê, destên xwe bişo. Gava tu nikaribî destê xwe bişoyî, destşûştina bi alkolê alternatîfek e.
  • Xwe nêzîkî kesên nexweş neke.
  • Xwe ji tevlibûnê mezin ku gelek mirov, grup hene dur bigre.
  • Gava nexweş bikevî li malê bimîne.
  • Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke

Gava tu dikuxî yan dipişkî, dilopên biçûçik ên bi maddeyên vegirtina nexweşiyê ji dev û pozê te belave dibin, dikare vîrusê ji te belavê kesekî din bike.

Kî nexweş dikeve?

Piraniya kesan dibe ku nexweş bikevin. Gelek kes tenê sivik nexweş dibin.. kesên bi temen her wisa jî ew kesên ku xwedî nexweşiyên mayindene wek mînak bilindbuna  xwînê, nexweşiya dil, nexweşiya pişikê an şekir, pir caran dikarin xirabtir nexweş bikevin. 

Saknar Du någon information?
Information om hur Hedemora kommun behandlar dina personuppgifter och hur du tar tillvara på dina rättigheter enligt Dataskyddsförordningen (GDPR – General Data Protection) finns på Hedemora kommuns hemsida www.hedemora.se under Dataskydd. Du kan också kontakta kommunens kundtjänst tel. 0225-34 000.

Har du synpunkter på den här sidan, tar vi tacksamt emot dem.
Fyll i formuläret nedan och dina synpunkter skickas till ansvarig för sidan. Om du anger din e-postadress kan vi ge återkoppling annars kan vi tyvärr inte svara. 
Tack för att du hjälper oss att skapa en bättre webbplats.

Ditt namn:
  

Din e-postadress:
   

Din synpunkt:
  

 

Sida uppdaterad 2020-03-23